website templates free download

Hec

Mobirise

Geştên Hecê,
Hec di salê de, tenê carek e, lê bawerî tevaya salê ye, ji bo wan kesên ku Hecxwaziya wan heye ku biçin Mekkê di vê dema taybet de, em Geştên Heca  20 ê rojan ,bi şêwê girûpên geştyarî pêşkêşî we dikin. Lê ji bo wan kesên ku nikarin 20  rojan heca xwe bikin û ji bo wan ev demake dirêj e, em heca kurt pêşkêşî wan dikin, li gel dabînkirina navgînên veguhestina taybet (Wesîla Neqlê).

Wê geşteya me ya ku 20ê rojan berdewam bike, ji 22.07.2020 heya 12.08.2020 berdewam e.
Lê yê ku bixwaze Heca kurt yan lezgîn jî heye , ji 26.07.2020 heye 12.08.2020 an .
Destpêka geştê wê hecac seredana Medînê bikin û dûv re  wê biçin  Mekkê û heca xwe berdewam bikin . 

Mobirise

Geştên esmanî wê bi firokeyên kompanya Firokevaniya Misrê yan Hêlên Esmanî yên Siûdyê yan Hêlên Turkiyê yan Şahinşahiya Urdinê  bin û ji Firankfortê, Miyûnix û Berlinê bifirin .
Despêkê di 22.07.2020,  wê geştiya me bighêje firokxaneya Medîna Munewer 
wê  Hecac li Hotêla <<Golden Tulip  Mektan>> ya 4 stêr, bimînin ku 150 mitrî dûrî Kevrê Reş e,  heta 26.07.2020, û li odên 4 textî binivin û li gel mêzxwarina vekirî ji bo  (taştê û şîvê).  
 Û li gel geryana, geştûgûzariyan li Medînê,wê waneyên şirovekirina rênmayên  Hecê bi gelek zimanan (erebî, elmanî, peşto, darî û kurdî) bêne dan .

Ji roja 27.07.2020 em ê, bi rê kevin berê xwe bidin Mekka Muherem heya 05-08-2020, wê hecac li pansiyonekê nîştecih bibin, dûv re çûna Mînna û Ereffê,wê Hecac di konan de, bi cih bibin. Û (taştê, firavîn û şîv ) wê  dan bi dan amade, ji bo Heciyan werin dabîn kirin • Ji 16 ê mehê heya 22 ê dor şeş-heft rojan, em ê li Hotêla  Sheraton Jabal Al Kaaba, ku dirawsê Kevrê Reş e, nîştecih bibin. Di  odên 4 neferî, de, li gel danîn
(taştê û şîvê)  mêzxwarina vekirî.

  

Mobirise

Ji kerema xwe re, pirogramê Heca 1440H/2019 ku hûn aramî  û  rehetiya xwe tê de dibîne hilbijêrin.
Ji Berlin,       di 22.07.2020 - 12.08.2020.
Ji Frankfurt,  di 22.07.2020 - 12.08.2020 .
Ji München, di 22.07.2020 – 12.08.2020  
Heger xwesteka we ya Kurthecê  hebe ew jî, di van deman de heye:
                    di 22.07.2020 – 05.08.2020

Geştên esmanî : li gora hebûna firînên bi Hêlên Esmanî  yên: Saûdî , Turkî , Misrî yan Hêlên Şahinşahiya Urdinî ve  girêdayî.

Sercemê buhayê geşeteyê bi giştî, tîkêt,vîza û çûn û hatina Mekke, Medînê û seredana cihên pîroz dike 4950 Euro.

Em bi hêvî ne, hemû bawermendên ku me dişopînin û  xwesteke , ji bo çûna hecê, ji niha de, karin navên xwe tomar bikin .